ASZ çi ye?

[[{"type":"media","view_mode":"media_original","fid":"122","attributes":{"alt":"","class":"media-image","height":"1288","style":"width: 380px; height: 1288px; margin-left: 40px; margin-right: 40px; float: right;","typeof":"foaf:Image","width":"380"}}]]Ev dibistan projeyek li dij nîjadperestî û neheqîyê ye.

Ev dibistan navendeke ku hûn karin têde mirovên din nas bikin.

Kursprogramm

ASZ çawa dixebite?

„Xweser-Autonom“ serbixwebûn û xwe bi xwe rêxistinkirin e.

Ev dibistan bi hevkarîya tev xwendekar û mamosteyan dixebite.

Hemû mamoste/a li vir xwe mîna xwendekar dibînin.

Hemû xwendekar jî xwe mîna mamoste/a dibînin.

Herkes perçeyek girîng a ASZê ye. Li vir serok nîn e.

Herkes ji dil û bêpere li vir kar dike.


Kî ASZê birêve dike?

Ev dibistan ne giredayî hikûmetê ye.

Ev dibistan ji hikûmetê ne alîkarî ne jî pere verdigire.

Ev dibistan carna ji hin kesên taybet an jî ji rêxistinan alavên xwendinê û pere verdigire.

Rêxistina Dibistanê: Xweser û Jixwe Birêvekirî

Civîna mezin di navbera her du an jî çar hefteyan carek pêk tê. Tu karî hevdîtinê li ser texteya agahdarîyê bibînî.
Herwiha komên xebatên din jî hene, yên ku li dibistanê karên cur be cur pêk tînin. Ji bo agahîyên bêhtir serî li ofîsa dibistanê bide.
Hûn karin li ASZê ramanên xwerû jî bi cih bînin. Em dê dilşad bibin, heke tu jî bi awayekî çalak li civînan, di nav komekê xebatê û nav projeyan de an jî bi ramanên xwe yên xwerû tev li me bibî.

Navnîşan
Sihlquai 125, 8005  Zürich
info@bildung-fuer-alle.ch